cîhadî li hember berdana her sivîlekî Efrînê 5 hezar dolar dixwazin

cîhadî bo azad kirina girtiyan daxwaza pereyan dikin
کوردستان TV
100%

Çekdarên Sûrî li hember berdana her sivîlekî Efrînê 5 hezar dolar dixwazin.

Hat zanîn, çekdarên opozîsyona Sûriyê li hember berdana sivîlên Efrînê dirav dixwazin!

Çend roj berê 6 kurdên êzîdî yên xelkê gundê Qîbarê yê Efrînê ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatibûn revandin.

Li gorî agahiyan, çekdaran ji mirovan wan welatiyên êzîdî re gotine heta serê her kesekî 5 hezar dolar nedin, ew nayên berdan!

Ji aliyekî din hat gotin ku çekdarên opozîsyona Sûriyê 2 welatiyên gundê Qitmê yê Efrînê jî li hember 2 hezar û 500 dolarî  berdane.

Piştî Tirkiyê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kir, teslîmî çete û çekdarên opozîsyona Sûriyê kir. Wan jî her der talan kirin û şêlandin. Bi kêfa xwe xelkê digirin û îşkence dikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.