Hikûmeta Îraqê hişyarî da Tirkiyeyê

li ser balefirgeha Silêmanî nakokî dikeve navbera Îraq û tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Iraqê bi rêya wezareta Geştiyariyê hişyarî da hikûmeta Tirkiyê. Di hişyariyê de hat gotin ku ger qedexeya li ser balafirgeha Silêmanî ne rabe, wê geştên hewayî yên Iraqê ji bo Tirkiyê werin rawestandin.

Rêveberê Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê Tahir Ebdullah ji dengê Amerîka re axivî. Tahir balkêşa ser qedexeya li ser balafirgeha bajarê Silêmaniyê û got; “Hikûmeta Iraqê di derbarê Balafirgeha Silêmaniyê de hişyarî daye dewleta Tirk.”

Tahir di daxuyaniya xwe de got; “Niha biryara hikûmeta Tirk ewe ku rê nade geşta hewayî ya ti welatan ji bo balafirgeha navnetewî ya Silêmaniyê. Li gorî ez dizanim Hikûmeta Iraqê ya Federal bi rêya wezareta Geştiyarî xwe ve konsolosxaneya Tirkiyê agadar kiriye û diyarkiriye ku divê Tirkiye li gor peymana navnetewî û peymana di navbera Iraq û Tirkiyê de tev bigere. Çawa Tirkiye qedexe daniye ser balafirgeha Silêmaniyê, bi heman şêwe wê Iraq jî geştên hewayî yên ji bo Tirkiyê bigre.”

Di dawiyê de Tahîr got; “Em hêvîdarin ev yek weke zextek ji bo destpêkirina geştên hewayî yên navnetewî li ser Tirkiyê pêkwere. Lê heya niha di warê bicih anîna vê biryarê de tenê di aliyê daxuyaniyan de hatiye kirin. Ji ber wê em nikarin bêjin wê Hikûmeta Iraqê vê biryarê pêkbîne yan ne. Em hêvîdarin ev biryar pêkbê.”

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.