8 Rojnamevan li Kabulê di êrîşeke xwekuj de hatin kuştin

hijmareke zêde welatiyên din jî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Li Kabul ya paytaxta Afganistanê, li dû hev du êrîşên xwekujî pêk hatin.

Her du êrîş li herêma Şaşdarekê li dar ketin ku li wê wê derê wezareta berevanîyê û servîsa îstixbaratê heye.

Êrîşa pêşî, ji alîyê êrîşvanekî bi motorsîklet hat li dar xistin. Di êrîşa duyê de jî kesên li cîhê bûyerê kom bûbûn hatin armanc kirin.

Karbidestên Afgan didin zanîn ku êrîşvan bi şiklê rojnamevanekî hatiye cîhê bûyerê û bombeya ku di kamerayê de bi cîh kiriye peqandiye.

Di êrîşê de bi kêmî ve 25 kes hatin kuştin û 45 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Navxweyî ya Afganistanê ragihand ku di nav kuştîyan de 8 rojnamevan û 4 polîs jî hene.

AFP diyar kir ku êrîşa duyê dijî rojnamevanan li dar ketiye û di êrîşê de berpirsê wêneyan ye ajansa wan Şah Maraî jî hatiye kuştin.

Dewleta Îslamî bi rêka ajansa Amaqê berpirsiya êrîşê girt ser xwe.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.