Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand ku hikûmeta Tirkiyê di mesela Kurd de carek din vegeriya siyaseta tundutijî, şer û pelixandin û li Rojhelata Navîn de pêşengiya dijayetiya Kurdan dike.
Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 28-29. 04. 2018an de li Amedê civiya. Di civînê da gengeşî li ser rewşa siyasi, bi taybetî jî pêvajoya hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê hat kirin.
PSKê rojev û biyarên di civînê de hatine standin bi belovekê ji raya giştî re ragihand.
Di belevoka PSKê de wiha hate gotin: “Mesela Kurd û Kurdistanê pirsa herî esasî, kûr û giran a Rojhelata Navîn e. Sedemên ew kêşeyên siyasî, aborî, çandî û civakî ku ev sed sal in li Tirkiyê, Suriyê, Îranê û Iraqê rû didin, ne nasandîna mafên netewî yên gelê Kurd e. Sedemek ji nearamî û pevçûnên ku li herêmê berdewam in, ji safî nekirina pirsa Kurd e. Îro bandora çaresernekirina pirsa Kurd xwe li Tirkiye nişan dide.
PSK, hikûmeta AK Partiyê bi di mesela Kurd de carek din vegeriya siyaseta tundûtijî, şer û pelixandinê tohmetbar dike û dibêje: “Tirkiye ne tenê li hundir de, herweha li derve jî bi tûndî li himber hemî destkeftiyên Kurdan derdikeve. Helwesta dewleta Tirk a derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê û dagirkirina Efrînê de eşekere dike, ku Tirkiye li Rojhelata Navîn pêşengiya dijayetiya Kurdan dike.
Hikumeta AK Partî, wek berê, îro jî derheqa pirsa Kurd de tundûtijiyê bi kar tîne, demokrasiyê ji holê radike, Rewşa Awerte îlan dike, pêşiya bikaranina maf û azadiyên bingehîn digre.”
Di beşeke din a belavokê de hate gotin: “Biryarname di hukmê qanunê de li himber hêzên dijbere û dengên nerazibûnê wek şûr bikar tine. Di van çend salên dawî de bi sed hezaran kes bi biryarên îdarî ji kar hatin avêtin, bi qasî wan jî hatin girtin, ên din jî bi tehda û gef û tirsandinê hatine bêdeng kirin. Qedexekirina derketina kolanan û çûyina zozanan li Kurdistanê rewşa aborî û ya rojane her diçe zehmettir dike.”
Derbarê hilbijijartinên 24ê Hezîranê yên parlamento û serokatiya Tirkiyê de jî PSK dibêje: Di rewşeke ku mafên ragihandina raman, ifade û rêxistinkirinê di bin gefan û astengan de bin, ne mumkin e ku hilbijartinên 24ê Heziranê bi awayeke adil û demokratik birêve biçin. Di aliyê din de ji bona, ku nekevine hilbijartinan, pêşiya hemî partiyên Kurdan hatine girtin. Ji ber bi sedan xalên destûrî û qanûni, partiyên Kurdan ne dikarin beşdarê pêvajoyên sîyasî, ne jî beşdarê helbijartinan bibin. Ki dikare bêje ku hilbijartinên ku di rewşeke wisa de çêbibin, dê demokratîk, azad û adil bin?”
Di berdewamiya belavokê hate gotin jî: “Divê hemî hêzên siyasî yên Kurd li ser bernameyeke neteweyî tîfaqê bikin da ku bikaribin gelê Kurd bo azadî û demokrasiye.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin