Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê di civîneke partiya xwe de ragihand ku hilbijartina 24ê Hezîranê ji bo Tirkiyeyê noqteyeke şikestinê ye.
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê di civîneke partiya xwe de got: "Hilbijartina 24ê Hezîranê ji bo Tirkiyeyê noqteyeke şikestinê ye. Em tim amade ne, lê hê jî muxalefetê namzede xwe diyar nekiriye. Bi hev ketine. Ne diyare wê çi bikin. Roja 24ê Hezîranê wê bibe roja toaqtlêdana demokratîk."
Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em di rêyeke zirav û dirêj de dimeşin şev roj. Li pêşiya me serdemeke nû heye. 24ê Hezîranê. Ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê noqteyeke şikestinê ye. Ji bo vê pergalê hemû binesaziya me amade ye. em amade ne, lê muxalefet hê namzede xwe jî amade nekiriye.Manîfestoya me amade ye û di kongreya Stenbolê de em ê eşkere bikin."
Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî manîfestoyê em ê beyanameya xwe ya hilbijartinê eşkere bikin. Jin û ciwanê me wê herin hemû malan, belkî jî qahweyekê wê deynin. 81 milyon însanê wî welatî birayên me ne. Ev partî partiya kurdan e, tiştekî wiha tuneye. Li wî welatî nûnerê her kesî AKP ye."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin