li Iraqê kongreya aştî û lêborîna ol û baweriyan tê lidar xistin

saziyeke Kurdistanî ew kongreyê organîze dike
کوردستان TV
100%

Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) kongreyeke taybet li ser aştî û lêborîna ol û baweriyan di asta Iraqê de li dar dixe.

Serokê Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) li Herêma Kurdistanê Dr. Musa Kaval, derbarê kongreyê de ji Spûtnîk Kurdistanê re got, "Bizava me bi armanca aştî û lêbarînê hatiye avakirin û bizaveke civakî ye û dûre ji karên siyasî û hemû çalakiyên wê di çarçoveya xizmetkirina civak û mirovan de dihên encamdan."

Kaval diyar kir, "Herweha bi baweriya me eger aştiya navxweyî nebe civak pêş nakeve û eger civak jî pêş nekeve dewlet pêş nakeve û dive em yekem car aştiyê ligel xwe destpê bikin, em ligel hevdû aşt bibin û giyanê lêborînê li cem me hebe jiboy ku em bikarin di nav tex û cunên civakî de jî aştî û lêborînê berpa bikin û bikine şengestê jiyarê, li wê demê mirovek sax û selîm û civakek tendurist û welatek pêşketî û vala ji tundkarî û binpêkirina mafên yê hember bi hemû cudahiyên xwe ve dê ava be."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.