Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku ew ti guherînên ser peymana navokî ya 2015’an qebûl nakin.
Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, piştî bi Serokê Amerîkayê Trump re li Qesra Sipî civiyabû, dabû zanîn ku bo fikarên Serokê Amerîkî ji holê rabin ew dikarin bo peymaneke nû gavan biavêjin.
Trump ji destpêkê ve dijî peymana navokî ye û dide zanîn ku divê mijarên wek bernameya muşeka balîstîk jî li peymanê were zêde kirin.
Welatên Ewrupî, Fransa, Brîtanya û Almanya, ku tevî Rûsya û Çînê peyman îmza kirine, naxwazin ku Amerîka ji peymanê derkeve.
Ruhanî di konferanseke li Tehranê de dîyar kir ku ew bi ti awayî tiştekî li peymana navokî zêde nakin û jê kêm jî nakin.
Serokkomarê Îranê da zanîn ku peyman ji alîyê 7 welat ve hatiye îmza kirin û ti mafê Macron tune ku peymanê biguherîne.
Ruhanî dîyar kir ku ger peymana navokî pûç bibe ewê ji berê bi leztir dest bi bernameya navokî bikin û ew ji gefên Trump jî natirsin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin