Li gor zanyariyên berdest terorîstên DIŞIê derengê şeva borî li derdora bajarokê Celewla ya ser bi Xaniqînê, nêzîk gundê Husêniyeyê bi hewan û doşkeyan li artêşa Iraqê da û hat zanîn demjimêrekê şer berdewam bûye.
Derbarê tevgera DIŞIê ya li sînorê Xaniqînê berpirsê baskê PDKê yê Xaniqînê Şêx Cefer Mistefa re ragehand: Terorîstên DIŞIê li derdora Xaniqînê tevgera xwe zêde kirine û wan rojên dawiyê rawestgehek li ser rêya navbera Xaniqîn û Celewla danîbûn û ew rawestgeh bi aşkerayî danîbûn û her li wê xala kontrole hejmarek berçav otomobil û wesayîtên hemwelatiyan girtibûn.’’
Nav hatî herwiha diyar kir ku şeva borî jî grubek çekdarên DIŞIê li derdora Xaniqînê hatin dîtin û heman demê de DIŞIê li navçeya Kubaşî jî gule berdan artêşa Iraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin