Nûnerê Bernameya xwerakê ya Navnetewî ya ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve Jacob Kern ragihand, dubare avakirina Sûriyê pêwîstiya wê bi 200-300 milyar Dolar heye.
Jacob Kern got, dubare avakirina jêrxana û bingeha Sûriyê ji xanî, kargeh û elektrîkê re, herî kêm pêwîstiya wê bi 200-300 milyar Dolar heye.
Ev daxuyaniya Nûnerê Bernameya xwerakê ya Navnetewî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve di demekê de ye ku, naha welatên bexşende li Brûkselê kongreyeke navnetewî derbarê Sûriyê de bi rê ve dibin, ku zêdetir ji 85 welat û rêxistin tê de beşdar in.
Berî niha berpirsekî Amerîkî yê paye bilind ragihandibû, Amerîka naxwaze beşdariyê di avakirina deverên jêr destê Hikûmeta Sûriyê de bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin