Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' 5emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava 5ê Gulanê li Hola Newrozê ya Kobaniyê li dar dixe.
Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî
Helbestkarê kurd û yek ji endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseynî ji Spûtnîk Kurdistanê re derbarê 5emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava axivî. Huseynî da zanîn ku festîvala ku HRRKê organîze û fînanse dike Jji salê carekê tê li dar xistin. Biryara lidarxistina festîvalê 8ê mehê li Almanya hatibû wergirtin û dê 5ê meha 5an jî li Rojava, li Kobaniyê were lidarxistin.
Ehmed Huseynî derbarê festîvalê û naveroka wê de ev agahî bi rêya Spûtnîk Kurdistanê parvekirin: "Di festîvala îsal a HRRKê de dê helbest, çîrok, şano û mûzîk hebin û weke naverok jî piraniya atmosfera festîvalê dê bi pirsa Efrînê ve girêdayî be."
Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin
Huseynî "Piraniya atmosfera Festîvala Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dê li ser pirsa Efrînê û trajediya xelkê Efrînê ve girêdayî be. Ji xwe dirûşmeya festîvalê jî ‘em hemû efrînî ne'. Sazî û dezgehên rewşenbîrên Kobanî vexwendî ne û her yek ji wan dê 3-4 deqîqeyan biaxivin, piştî wê dê daxuyaniya HRRKê were xwendin û paşê jî wê berhem bêne xwendin û mûzîk were îcrakirin."
Herwiha helbestkar Ehmed Huseynî da xuyakirin ku di festîvalê de mûzîk û hindek stranên ku em bibêjin ne yên govendê yên dîlanê lê hinekî watedar û giran bêne îcrakirin û hevxemiya Efrînê û trajediya gelê Efrînê were nîşandan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin