Dewleta Îslamî (DIŞI) berî hilbijartinên giştî yên Îraqê, ku dê 12’ê Gulanê de werin kirin, gefa êrîşan xwar.
Berdevkê DIŞIê Ebu Hesen El Muhacir ji Telegramê tomareke dêng weşand.
El Muhacir di tomarê de, ku 48 deqîqe ne, dîyar kir ku navendên hilbijartinan û kesên li wan deran dimînin ewê armanca wan bin.
DIŞIê di 20 Nîsanê de ji Al Naba, ku rojnameya heftena ya rêxistinê, heman hişyarî kiribû û dijî hemî berendam, karbidest û hilbijêran gefa êrîşan xwaribû.
El Muhacir bang li çekdarên DIŞIê kir ku xêncî Amerîka, bala xwe bidin ser têkoşîna dijî Rûsya û Îranê jî.
DIŞIê Reqa wek paytaxta xîlafeta xwe ragihandibû û kontrola wî bajarî di Cotmeha 2016’an de bi temamî ketibû destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka.
Ji Îlona 2016’an vir ve, rêberekî rêxistinê cara pêşî tomareke dêng ya berfireh diweşîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin