Macron: Nabe Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe

franse dibêje lazime hêzên Amerîkî li Sûriyeyê bimînin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron bang li Serokê Amerîka Donald Trump kir ku piştî têkbirina Dewleta Îslamî (DIŞI) jî leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê venekişîne.

Macron, berî serdana xwe ya Amerîka ji kanala Fox News’ê re dîyar kir ku ‘’ger Amerîka leşkerên xwe vekişîne ewê herêm bikeve destê Esad û Îranê''

Macron got: Bi vî awayî ewê bo şerekî nû amadekarîyan bikin û hin terorîstên nû çêkin.

Macron dîyar kir ku piştî têkbirina DIŞIê, Amerîka, Fransa û hevalbendên din dê di jinûve avakirina Sûrîyê de rolekî girîng bilîzin.

Trump dabû zanîn ku ewê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin û piştî îdiayên êrîşa kîmyayî li Duma ya Sûrîyê, Amerîka, Fransa û Brîtanya dijî wî welatî êrîşên esmanî li dar xistibûn.

Serdana Macron ya Amerîka îro Duşemê destpê dike û dê sê roj bidome.

Macron û Trump, sibê Sêşemê dê li Qesra Sipî bicivin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.