Elmanya: Pêwendiyên bi Kurdistanê re, ji bo me pir girîng in

Serokwezîr li gel şandeke Elmanî civiya
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê hevkariyê û pêşketinê yê Elmanyayê Gerd Muller re civînek li dar xist.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî şandeya Elmayayê ya di bin serokatiya Gerd Muller de qebûl kir.

Piştî civînê Gerd Muller pesnê gelê Kurdistanê û pêşmergeyan da û got ku Nêçîrvan Barzanî ji bo pêwendiyên Kurdistanê yên bi dewletên biyanî re pir hêja ye.

Muller wiha berdewam kir: Em ê ji aliyê insanî û leşkerî ve alîkariyên xwe ji bo Kurdistanê bidomînin.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo alîkariya Elmanyayê spasî Gerd Muller kir. Barzanî got ku karmendên biyanî ku bixwazin li welatê me razemeniyan bikin, em ê gelek alîkariya wan bikin û karên wan hêsantir bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.