Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bi helkefta salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û ragihand: “Em li bendê ne medya û medyakar bibin pira di navbera welatiyan û hikûmetê de.”
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê di peyama xwe de Roja Rojnamegeriya Kurdî li rojnamevanên Kurd û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û ragihand: “Di karê pîşeyî û gihandina peyama rast û nîştîmanî de serkeftinê ji wan re dixwazin. Xizmetkirina civakê û parastina maf û daxwazên rojnamevanên Kurdistanê ya sendîkayên rojnamevanan jî bilind dinirxînin.”
Di peyamê de hatiye destnîşankirin, ku cihê serbilindiyê ye li Herêma Kurdistanê bi dehan dezgehên rojnamevanî û medyayî bi cudahiya hizir û raman û peyamên siyasî di atmosfereke azad de kar dikin û wiha tê gotin:
“Rojnamenivîsên Kurdistan bi riya peyrewkirina metodeke rast a pîşeyî û medenî yê bi ewle û herwiha bi dûrkeftina ji hemû kirdar û reftarên ku ziyanê digihînin nevûdengê medyaya Kurdî, aştî û seqamgîriya civakê, dikarin di parastina azadiyê de roleke bi bandor bilîzin, ku ew jî mafên wan e.”
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand: “Li gel parastina hemû mafên wek desthilata çarem ji bo medyayê rewa hatiye dîtin, hevdem bendewarî jî ji dezgehên medyayê û medyakarên Kurdistanê heye, ku bi tevê rola xwe ya bi bandor ji bo parastina aştiya civakî û geşedana çanda siyasî, civakî û ferhenga civakê û belavkirina hişyariya niştîmanî, dikarin di hevkariya dezgehên hikûmetê jî de roleke giring bilîzin. Bi riya çaverêkirin û pêdaçûna kar û projeyên cihereng dikarin bibne pirra di navbera hemwelatiyan û hikûmetê de.”
Di berdewama peyama xwe de Civata Wezîran bibîr dixe ku li Herêma Kurdistanê pêvajoya bangaşeya hilbijartinan birêve diçe û ji hemû dezgehên medya û medyakaran daxwaz dike ji bo ev pêvajo di atmosfereke aram û medenî de birêve biçe û herwiha ji bo ezmûneke ciwan a demokrasiyê û navûdengê Kurdistanê, roleke erênî û bi bandor bilîzin.
Civata Wezîran di dawiya peyama xwe de rojnamevanên ku di bereyên şer de canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr xist.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin