Peyvdarê artêşa Îraqê general Yehiya Resûl ji ajansa Reutersê re ragihand ku di encama êrîşên asmanî yên artêşa Îraqê ên bo ser pêgehên DIŞIê yên li Sûriyeyê de, herî kêm 36 endamên DIŞIê hatine kuştin.
Yehiya Resûl herwiha diyar kir ku di nava kuştiyên DIŞIê de berpirsekî mezin yê DIŞIê yê ku xelkê Sûriyeyê ye heye.
Weke tê zanîn di roja 19ê nîsanê de balefirên şer yên Îraqê di nava axa Sûriyeyê de êrîşî ser pêgehên çekdarên DIŞIê kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin