Çapemeniya fermî ya rejîma Sûriyeyê belav kir ku ev çekarên ser bi opozîsyona Sûriyeyê yên ku li Başûrê Şamê mabûn û car car êrîşî ser hêzên rejîmê dikirin, îro bi çekên xwe ve xwe radestî hêzên rejîmê kirine.
Ji aliyeke din ve jî hêzên hikûmeta Sûrî ji şeva borî heta vê sibê bi mebesta tune kirina wan çekdaran ew deverên han bi tundî topbaran kirin.
Jêderekî ku ji danûstandinan agahdar e, ji Reutersê re got ku çekdarên li dora kampa Yarmuk ya penaberan dê ji rojhilata Sûrîyê re werin veguhastin, ku Dewleta Îslamî (DIŞI) li wir hîn deveran kontrol dike.
Heman jêder diyar kir ku hinekên çekdarên din jî ji bakurê rojavayê welêt re werin şandin.
Hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad, piştî ku Gutaya rojhilat kontrol kir, di rojên dawî de hewlên xwe zêde kirine ku cîhên mayîn jî bixin bin kontrola xwe û desthilata Esad li dora paytaxt Şamê xurtir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin