Hat ragihandin ku keçeke Êzdî ya 13 salî ji destê DIŞIê hatiye xilaskirin.
Berpirsê Xilaskirina Êzdiyên hatine revandin a li Dihukê Husen Qaîdî ragihand keçeke Êzdî ku ji gundê Werdiye yê dikeve başûrê çiyayê Şingalê bû, sala 2014an ji aliyê DIŞIê ve hatibû revandin û diyar kir ku ew keça Êzdî ya 13 salî ji destê rêxistina DIŞIê hatiye derxistin.
Qaîdî diyar kir ku xebatên wan ên ji bo rizgarkirina Êzdiyên di destê DIŞIê de berdewam dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin