Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu têkildarî mijara kurd de banga çareseriyek hiqûqî kir û got, "Ji bo çareseriyê divê nasnameya kurdan di qanunê de were naskirin." Yapicioglu derbarê hilbijartinan de jî got, "Li gor qanûnan Huda-Par dikare bikeve hilbijartinan û em wek partiyê jî amade ne ku beşdar bibin."
Partiya Hur Dava (Huda-Par) têkildarî çareserîya pirsgirêka kurd de bi banga ‘Bo Pirsgirêka Kurd Bangawazîya Çareserî ya Hiqûqî' de daxuyaniyek da. Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu di daxuyaniyê de ji bo çareserîya meseleya kurd hin pêşnîyarî kirin. Yapicioglu got "Gelê kurd ne kirêgir û penaberin, xwediyê vî welatî û ji gelên damezrînêr yên eslî ne. Piştre nasname û hebuna wan hat înkar kirin. Ji ber ku rê û rêbazên ne rast hatin bikaranîn, ev pirsgirêk kûr bû û çareserîya wê zor û zehmet bû ye."
Yapicioglu wiha axivî: "Pirsgirêk ya me hemuyan e û divê were çareserkirin. Li gorî dewletê meselaya kurd, meseleya terorê, tundî û hinekî jî aboriyê ye. Lê di rastîyê de ji ber ku hiqûqa wan tune ye û bi vê sedemê biratîya ku di gotinê de dimîne pêbawer nayê. Yên ku nav û naskirinê şaş bikin ne pêkane ku pirsgirêkê çareser bikin. niha dema çareseriyê ye. Divê sazkirina qanunî ne ji bo ku Yekîtiya Ewropa (YE) dixwaze û ji bo ku hinek çek deynin, ji bo ku gelê me mafê xwe bi dest bixe, neheqî û bê arami bi dawî bibe bê kirin. Ji bo çareseriyê divê nasnameya kurdan di qanunê de were naskirin û ji bo vê gav werin avêtin. Divê zextên li ser ziman werin rakirin û ji bo hemû kesan mafê perwerdeya zimanê zikmakî were dayîn. "
Yapicioglu, piştî daxuyaniyê pirsên rojnamevanan yên li ser hilbijartinê bersivandin. Yapicioglu diyar kir ku ew bo hilbijartinê amade ne û got: "Di meha çile de YSKê navên partîyên ku dê bikaribin bikevin hilbijartinan eşkere kir û piştre çend tişt li wê lîsteya ku weşand zêde kir. Di nav wan navan de Huda-Par tunebû. Li gor qanûnan Huda-Par dikare bikeve hilbijartinan. Ez ê îro Serokatîya Dîwanê kom bikim û em ê ji bo YSK vê xeletiya xwe sererast bike serlêdanê bikin. Em hêvîdar in ku YSK vê xeletîya xwe dê sererast bike. Em wek partiyê jî amade ne ku beşdarî hilbijartinan bibin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin