Hêz û milîsên Iraqê li Xurmatû davêjin ser taxên kurdan ên li bajêr.
Jîderekî nava Xurmatû diyar kir îro hêza taybet a lezgîn a Iraqê, ku di bin fermana berpirsên milîsên Heşdî Şebî de ne, avêtine ser taxa Binar a kurdan a li Xurmatû û tirseke mezin di hemwelatiyan de ava kirine.
Çend roj berî naha jî hêz û milîsên Heşdî Şebî avêtibûn ser taxa Komarî ya kurdan.
Rêveberê asayîşa Xurmatû Faruq Namiq ragehand, ew milîsên han bi dilê xwe çi bixwazin li dijî hemwelatiyên kurd dikin. Ji ber bajar hatiye dagir kirin û ti hêzek li Xurmatû tineye rê li kiryarên wan bigre.
Faruq Namiq ragehand, rewşa Xurmatû ji hemû aliyan ve heta ji ber hebûna hêzên milîsên Heşdî Şeibî pir xirabe û ne başe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin