Macron û Merkel li ser Nûkirina Yekîtiya Ewrûpa dicivin

ew her du welat dixwazin reforman di nava YEê bikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomara Fransa Emmanuel Macron îro Pêncşemê kom dibin.

Her du rêber dê derbarê planên reforma Yekîtiya Ewrûpa (YE) danûstandinan bikin û yek ji mijarên sereke ya civînê dê kêşeya Sûriyê be.

Merkel da zanîn ku bi Macron re dê bo dîtina çareseriyên hevbeş bicive.

Merkel û Macron dê berê preskonferanseke hevpar li dar xînin û dûre jî dê li ser nûkirina Yekîtiya Ewrûpa (YE) ya piştî Brexitê biaxifin.

Macron di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewrûpa de dabû zanîn ku li welatên yekîtîyê nijadperestî zêde dibe û dîyar kiribû ku divê YE hin reforman bike.

Merkel û Macron dê hefteya pêş bi Serokê Amerîka Donald Trump re kom bibin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.