Bi hezaran Efrînî li Şehba di bin şertên xirab de dijîn

rewşa penaberên Efrînê gelek dijware
کوردستان TV
100%

Piştî ku kontrola Efrînê ket destê Tirkiyê û komên bi piştgiriya wê, bi deh hezaran rûniştvanên hêrêmê neçar man ku herin herêma Şehba.

Niha nêzî 200 hezar penaberên Efrînî li vê herêmê dimînin ku pênc hezar ji wan li Kampa Berxwedanê ne. Penaberên mayîn jî li çar bajarok û 45 gundên ku dî bîn kontrola YPG'ê de dîjîn.

Şehba niha di dorpêçkîrînê de ye jiber wê jî li gor Heyva Sor a Kurd gîhandina alîkariyan jî Cezîrê ber bî Şehba pir zehmet e.

Endama ofîsa ragîhandînê ya Rêveberiya Xweser lî kampan, Narîma Hiso dîbêje ku rewşa kampên Berxwedan û Serdemê, nexasim jî aliyê paqijî ve pir xirab e.

Lî aliyekî dîn, Heyva Sor a Kurd raporên berfîreh lî ser rewşa kampan û herêma Şehba amade kirine.

Dîlgeş Îsa, endamê rêvebirîya Heyva Sor a Kurd bal dikşîne ser belavbûna nexweşîyên giran yên wek sîl û malerya.

“Em hewil dîdin ku pêdîvîyên tendirustî bî awayekî lezgîn çareser bikin, jiber wê jî me navendên tendirustiyê yên awarte vekirine.”

Hevseroka Heyva Sor a Kurd, Cemîla Hemê dîyar dike ku derfetên Heyva Sor bo peydakîrîna dermanan sînordar in û tenê dermanên rewşên di destê wan de hene.

Hemê bal dikşîne ku niha 150 rewşên awarte hene ku pêdîviya wan bi navendên taybet yên saxlemîyê hene.

Rêvebiriya Herêma Şehba û Heyva Sor a Kurd bang lî civaka navnetewî dîkîn ku bi erka xwe rabîn û bi jiyana bi hezaran zarokên bin metirsî biparêzin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.