Şanda Kurdistanê yaku bi Serokatiya wezîrê plandananê Elî Sindî bo beşdarî kirin di konferansa destpêşxeriya cîhanî serdana Tirkiyeyê kiribû, îro di çarçoveya beşdarî kirin di konferansê de li gel wezîrê abûrî yê Tirkiyeyê Nîhad Zeybekçî civiya.
Di civînê de şanda Kurdistanî û wezîrê Tirk behsa têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de kirin.
Beriya civîna xwe ya li gel Nîhad Zeybekçî, şanda Kurdistanê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin