Li Kerkûkê tîmeke bazirganî kirin bi madeyên hişber hate girtin

ev banda han ji 9 kesan pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Endamên tîmê li xwe mokir hatin ku barzirganî kirine.

Îro li bajarê Kerkûkê tîmeke 9 kesî ya bazirganî kirin bi madeyên hişber ji aliyê hêzên polîs ve hate girtin.

Li gor daxuyaniya polîsê Kerkûkê ew tîma 9 kesî yaku bazirganî bi madeyên hişber kiriye piştî ku zaniyarî li ser wan hatine komkirin bo destgîr kirina wan operasiyon hatiye lidarxistin û di operasiyonê de her 9 kes hatine binçavkirin.

Polîsê Kerkûkê diyar kir ku di lêkolînên seretayî de ev 9 kesên han li xwe mokir hatine ku ew demeke dirêje li Kerkûk û derdorê karê bazirganî kirin bi madeyên hişber dikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.