Dayik û bavê ciwanekî Kurd hatin binçavkirin

rejîm dixwaze korê wan îdam bike
کوردستان TV
100%

Îtlaata Îranê ew binçav kirine.

Piştî ku dadgeha rejîma Îranê biryara îdam kirina ciwanê Kurd yê bi navê Ramîn Hesenpenayî pejrand û biryar hate dayîn ku ev ciwanê Kurd yê ku beriya çend salan ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatibû girtin were îdamkirin.

Piştî vê bûyerê jî dayik û bavê Ramîn Hesenpenayî diyar kiribûn ku bo şermezar kirina biryara han vê li ber dem girtîgeha ku korê wan têde girtiye dest bi grevê bikin û eger rejîm dixwaze korê wan îdam bike bila sereta me îdam bike.

Piştî wan gotinên dayik û bavên ev ciwanê Kurd, îtlaata Îranê jî êrîşî ser mala bavê Hesenpenayî kiriye û dayik û bavê vî jî binçav kiriye.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.