Ji bo serbestberdana siyasetmedaran 300 hezar welatî daketin kolanan

daxwaza azadiya girtiyan dikin
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku li Barselonayê ji bo serbestberdana siyasetmedarên katalanî zêdetirî 300 hezar hemwelatî daketin kolanan.

Li Barselonaya Spanyayê zêdetirî 300 hemwelatî ji bo serbestberdana 9 siyasetmedarên katalanî daketin kolanan. Çalekvan li herêma Avenida Paralelê civiyan û ji bo serbestberdana siyasetmedarên serxwebûnxwaz pêvajoyên daraza ya Spanyayê protesto kirin.

Çalekvan bi diruşmên ‘Em dixwazin w eli mal bibînin', ‘ji siyasetmedarên girtî re azadî' û ji bo Carles Puigdemont ku di 6ê Nîsanê de li Almanyayê hatibû girtin û paşî ji aliyê dadgehê ve serbest hatibû berdan jî îfadeyên ‘Serok Puigdemont' bi kar anîn.

Partî û sendiqayên ku berê tevlî çalekiyên serxwebûnê nebibûn jî vê carê beşdarî protestoyên serbestberdana siyasetmedarên katalanî kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.