Li Bulgaryayê pasek wergeriya û 20 kes hatin kuştin.
Li nêzî Sofiaya paytexta Bulgaryayê pasek wergeriya û di encam de zarok jî di nav de herî kêm 20 kes canê xwe ji dest dan.
Karbidestên Bulgarî ragihandin ku bûyer li nêzî otobaneke li Sofia qewimî û zêdetir ji 20 kesên din jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, 19 kes bi ambulansan ji nexweşxaneyên Sofia re hatine rakirin ku di ji wan zarok in û rewşa wan krîtîk e.
Xwediyê otobusê ji radyoya Bulgarî re got ku rûdan piştî ku otomobîlek li otobusa wî qelibû, çêbû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin