Mike Pmpeo: Li hemberî Rûsyayê siyaseta nerm bi dawî bû

Pmpeo dibêje dibêje dema siyaseta nerm li hember rûsyayê bidawî hatiye
کوردستان TV
100%

Hat hîn bûn ku Dîrektorê CIAyê Mike Pmpeo di danişîna Senatoyê ya derbarê tayînkirina Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê de dê bibêje, "Li hemberî Rûsyayê siyaseta nerm êdî bi dawî bû."

Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku li ser Twitterê got, "Amade be Rûsya, moşek tên", nîşaneya zêdekirina gengeşiyê ji Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo hat.

Îfadeya Pompeoyê ku ji aliyê Trump ve wekî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hat tayînkirin, ku dê îro li Senatoyê bide, ket destê çapemeniyê.

Li gorî vê yekê Pompeo dê bibêje, "Rûsya ev bi salan e bi saya siyaseta nerm bi awayekî êrîşkar tevdigere. Ev (siyaseta nerm) êdî bi dawî bû. Lîsteyeke dirêj ya çalakiyên rêveberiya Amerîkayê yên ku dê berdêlê bi Putin bidin dayîn heye."

Hat diyarkirin ku Pompeo wê bibêje Rûsya her çiqas li hemberî ewlehiya Amerîkayê metirsî be jî, divê peywendiyên dîplomatîk berdewma bikin û tê payîn ku bibêje, "Kesên min qet nas nakin, min wekî ‘alîgirê şer' pênase dikin. Kêm kes hene ku wekî me li hemberî şer matmayî bimînin. Şer her tim çareseriya talî ye."

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.