Endamekî encumena Kerkûkê dibêje, li Kerkûkê bikaranîna alaya Kurdistanê di hilbijartinan de ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye qedexekirin.
Du rojên din xebat û propagandaya hilbijartinên Iraqê dest pê dike.
Endamê encumena Kerkûkê Mihemed Kemal (PDK) ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, piştî ku Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî ve hat dagîrkirin hebûna kurdan li wî bajarî ket bin metirsiyek mezin.
Mihemed Kemal her wiha gotiye, êdî xebatên siyasî bo partiyên Kurdistanî zehmet bûye û Heşda Şeibî nahêle alaya Kurdistanê li bajêr were bilindkirin.
Wî endamê encumena Kerkûkê aniye ziman ku di hilbijartinên Iraqê de jî partiyên Kurdistanî nikarin alaya Kurdistanê bikar bînin ji ber ku hatiye qedexekirin.
Wî kadroyê PDKê daye zanîn, ji ber ku Kerkûk hatiye dagîrkirin PDKê hilbijartin li wî bajarî baykot kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin