Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke partiya sosiyalîst ya Kurdistanê (PSK) bi Serokatiya Serokê PSKê Mesûd Tek kir.
Ew şanda PSKê ku bo mebesta sersaxiyê serdana Kurdistanê kiriye îro li gel Serok Barzanî civiya û di civînê de behsa rewşa siyasiya Tirkiye, rewşa Kurd û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyeyê hate kirin û giftûgo li ser wan metirsî û astengiyan jî hate kirin ku di wan demên dawî de rastî jiyana siyasî ya gelê Kurd li Tirkiyeyê hatine.
Her di civîna han de behsa hilbijartinên pêş yên Tirkiyeyê jî hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî behsa rewşa Kurdistanê û bûyerên piştî referandûmê kiriye û dilgiraniya xwe jî li hember pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê diyar kiriye.
Derbarê rewşa aliyên siyasî yên Kurdî ên li Tirkiyeyê de Serok Barzanî şîrtên pêwîst pêşkêş kiriye û amadebûna xwe jî bo hevkarî kirina çareseriya aştiyane ya doza Kurd û xebata siyasiya gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin