Mesrûr Barzanî: Heta asteke baş li Kurdistanê de asayîş hatiye parastin

Mesrûr Barzanî dibêje em dixwazê fêde ji ezmûna tîma çaksaziya ewlekarî ya YE verbigirin
مه‌سرور بارزانی: ئاسایش له‌ هه‌رێمی كوردستان تا ڕاده‌یه‌كی زۆر به‌رقه‌راره‌
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî li gel şandeke tîma YE bo çaksazî di warê ewlekarî de civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke tîma çaksaziya ewlekarî ya ser bi Yekîtiya Ewrûpayê ya li Îraqê bi Serokatiya Marx Writer kir.

Di civînê de ku berpirsa nivîsgeha EY yê li Hewlêrê Xatû Killers Posters beşdar bû giftûgo derbarê mekanîzma çawetiya nizîkatî kirin li hember gef û metirsiyên ewlekarî û parastina canê welatiyên medenî hate kirin.

Di destpêka civîna han de Marx Writer bi awayekî kurt behsa erk û çalakiyên tîma YEê ya bo çaksaziya di ware ewlekarî de li Îraqê û encamên serdana xwe bo Kurdistanê kir û ragihand ku karê wan bo tevahiya Îraqe û taybete bi pêşkêş kirina alîkariyên teknîkî, perwerdehî û rêkxistin, reform û pêşde birina steratejî di warê ewlekarî li Îraqê de.

Writer di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku di bernameya wan de heye û ew pê kêfxweş dibin ku di pêşerojê de di warê ewlekarî û rêkxistineve de hevkariya Kurdistanê bikin.

Derbarê kar û çalakiyên vê tîma han ya li Îraqê de Şêwirmendê ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku li gor deverên din yên Îraqê, heta asteke baş li Kurdistanê de asayîş hatiye berqerar kirin û di warê asayîş û ewlekarî de rewşa Kurdistan û Îraqê cudaye.

Mesrûr Barzanî herwiha amdebûna Kurdistanê jî bo her cure hevkarî kirin bi mebesta fêde wergirtin û alîkariyên teknîkî û şîretên tîma han diyar kir û got: Em li Kurdistanê de dixwazên sûd û fêde ji ezmûna we werbigirin bo çawetiya rûbirû bûn li gel metirsiyên emnî û ewlekarî bi taybetî ewlewiyet û karê me yê serekî parastina canê welatiyên medeniye.

Mesrûr Barzanî di dawiya civînê de hêviya serkeftinê bo tîma han xwest.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.