Li nêzî Bingeha Esmanî ya li başûrê rojavayê Cezayîrê ya paytaxta Cezayîrê firokeke leşkerî ket xwarê.
Medyaya Cezayîrê da zanîn ku piraniya wan leşker, zêdetirê 100 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gor hin jêderên herêmî dibe ku hêjmara miriyan 200 kesî derbaz bike.
Hîn nayê zanîn ku firoka leşkerî jiber çi ketîye. Ambulans ji cîhê bûyerê birîndaran radikin nexweşxaneyan.
Li Cezayîrê 4 salên berê jî firokeke ku leşker û malbatên wan lê siwar bûbûn ketibû û 77 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin