Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsya yê li Iraqê Maksîm Maksîmov derbarê pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Moksowê û çend mijarên din de gotûbêj kirin.
Îro Çarşemî 10ê Nîsana 2018ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Rûsya yê li Iraqê Maksîm Maksîmov û şandeke pê re kir.
Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurditanê, şanda Rûsyayê di destpêka civînê de ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî, peyama sersaxî ya hikûmeta Rûsyayê gihandin Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî.
Di civînê de behsa pêwendiyên du alî yên navbera Hewlêr û Moksowê hatin kirin û her du aliyan amadebûna xwe bo zêdetir pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de nîşan dan.
Herwiha her du aliyên Kurdistanî û Rûsyayî, pêşveçûna pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi erênî bi nav kirine û geşbîniya xwe anîne ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de ji şanda Rûsî re gotiye, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê gelek giringiyê didin pêwendiyên li gel Rûsyayê.
Nêçîrvan Barzanî herwiha amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan di hemû waran de û bi taybet di watê aborî de nîşan da. Serokwezîr Barzanî herwiha ragihand, Herêma Kurdistanê amade ye hemû core hêsankariyan bo hilberînerên Rûsî bike, daku li Herêma Kurdistanê karê hilberînê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin