Waliyê Mûsilê yê berê Esil Nûceyfî di axaftina xwe de ragihand ku DIŞI wek sala 2014an dîsa amadehiyan dike ku Mûsilê dagir bike.
Waliyê Mûsilê yê berê Esil Nûceyfî di axaftina xwe de ji bo tevgera rêxistina terorîst a DIŞIê û got: "DIŞI wek sala 2014an ji bo dîsa bajarê Mûsilê dagir bike ketiye nava hewldaneke mezin û xwe birêxistin dike."
Esil Nûceyfî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha bi hezaran milîtanên DIŞIê li Iraqê di girtîgehan de ne. Darizandina veşartî ya van milîtanan li Mûsilê dibe sedema aciziyê û ev jî li herêmê bi kêrî rêxistinê tê."
Nûcefî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo em amûrên propagandayê nedin rêxistinê divê ev milîtanên girtî bi awayekî eşkere werin darizandin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin