Cîgirê Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Elî Xamaney, Ali Ekber Velayeti derbarê êrîşa Îsraîlê ya ser baregeha Îranê ya T-4ê ku bû sedema mirina 7 leşkerên îranî de daxuyand ku ev êrîş wê bê bersiv namîne.
Cîgirê Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Elî Xamaney, Ali Ekber Velayeti di serdana paytext Şamê ya Sûriyeyê de derbarê êrîşa Îsraîlê de daxuyanî dan û dewleta Îsraîlê hişyar kir. Li gor ajansa nûçeyan a IRNAyê Velayeti, derbarê êrîşa Îsraîlê ya ser baregeha Îranê ya T-4ê ya li Sûriyeyê ku bû sedema mirina 7 leşkerên îranî de daxuyand ku ev êrîş bê bersiv namîne.
Rûsya, Îran û Sûriyeyê ji êrîşa dijî baregaha hewayî Îsraîl berpirsyar girtibûn. Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyandibû ku 2 balafirên şer ê F-15 ji qada hewayê ya Libanê 8 moşek pekandine, ji van moşekan 5 heb hatine îmhakirin, 3 jî rastî baregehê hatine. Di êrîşê de îranî jî di nav de 14 kesan jiyana xwe wina kirine. Herwiha li gor ragihandina ajansa Tasnimê 7 leşklerên îranî jiyana xwe winda kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin