Sedir: Bila hikûmeta Îraqê rê nede artêşa Tirkiyeyê

Sedir dibêje lazime sînorek ji Tirkiyeyê re were danîn
کوردستان TV
100%

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedirê îro duşemê bangî Hikûmeta Iraqê kir ku bipêşedeketina Artêşa Tirkiyeyê di nava axa Iraqê de asteng bike.

Ev demek e ku Artêşa Tirkiyeyê ketiye nav axa Herêma Kurdistanê, nexasim nav axa parêzgeha Hewlêrê, pir xera kirin û baregehên leşkerî ava kirin.

Li ser pirsyarekê Sedirî helwesta xwe eşkere kir û got, "Hat gotin ku ev tişt bi hevahengiya li gel Hikûmeta Iraqê tê kirin lê ez bawer nakim wiha be."

Herwiha Sedirî ji hikûmeta Iraqê xwest ku "bipêşdekitina Tirkiyeyê li nav axa Iraqê asteng bike."

Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê berî çend rojan ragihandibû ku artêşa tirk him bi topan him jî bi firokeyan devera Biradostê ya li nahiyeya Sîdekanê topbaran kiribû û di encamê de welatiyek birîndar bûbû û hejmarek welatî jî neçar bûbûn ku mal û gundên xwe biterikînin û koçber bibin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.