Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest.
Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Dilovan Barzaniyê birayê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Binalî Yildirim îşev peywendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re danî.
Binalî Yildirim tevî xwestina sersaxiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, hevxemî û hevderdiya xwe ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re ragihand.
Yildirim herwiha hêviya xwe anî ziman ku ev koça dawî ya xemgîn xema herî dawî ya malbata Barzanî be û Xwedê sebrê bide.
Serokwezîr Barzanî jî spasiya Yildirim kir û pêzanîna xwe ji bo vê peywendiya telefonî, sersaxî û hevxemiyê diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin