Jiber topbaranên Tirkiyeyê şêniyên çend gundên devera Sîdekan aware bûn.
Şeva derbasbûyî artêşa Tirkiyeyê dubare dest bi topbaran kirina gundên devera Sîdekanê kir û jiber topbarana han şêniyên wan gundan dev ji mal û jiyana xwe berdan û awareyên cêyên din bûn.
Herwiha şeva derbasbûyî topxaneyên tirkiyeyê çend dever û gundên nêzî çiyayê Pîran jî topbaran kirin û jiber topbaranên han şêniyên wan deveran rastî fikar û tirsê hatine û daxwaz dikin ku topbaran were rawestandin.
Ti zirarên canî yên wan topbaranan nîne lêbelê zirarên madî ketine cêyên ku hatine topbarankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin