Derbarê helwesta Herêma Kurdistanê bo asayîbûna pêwneiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û endamê şanda Kurdistanêya bo Bexdayê, Fûad Hisên ragihand, “ji bo çareserkirina pirsên ku nehatine çareserkirin, şandeke payebilind a Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê”.
Fûad Hisên got, pêştir jî hin hevdîtinên bi nihênî di navbera herdu aliyan çê bibûn.
Piştî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ku di 25ê Îlona 2017ê de birêve çû, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê aloz bûn, heta astekê ku hêzên Iraqê di 16ê Cotmeha heman salê de êrişî Kerkûk, Xaneqîn, Şingal, Mexmûr û çend deverên din ên Kurdistanî kirin û xistin bin kontrola xwe. Lê belê weke ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje, bi hewldanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, rewş hêdî hêdî ber bi asayîbûnê ve diçe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin