Park Geun-hye vê 24 salan were zîndanî kirin

jiber gendeliyê hatiye darizandin
کوردستان TV
100%

Dadgeheke Koreya Başûr, jibo bertîl û pere xwarinên navbera rêberên sîyasî û kompaniyên mezin, cezayê 24 sal zindanê li Seroka berê Park Geun-hye birî.

Dadgehê herwiha $16.9 mîlyon cezayê diravî li Park birî, piştî ku ew ji tawanên wek bertîl û bi xirabî karanîna desthilata xwe jî mehkûm kir.

Park Seroka yekê bû ku rêbazên demokratîkî hate hilbijartin û sala çûyî ji kar hate dûrxistin, piştî ku Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar da ku ew jiber skanadala mezin ya bertîl û pere xwarin dest ji kar berde.

Nêzî 1,000 piştvanên Park, bi alayên Koreya Başûr li pêş dadgehê kom bûn û nivîsên wek “dawî li tolhildana sîyasî ya dijî Park bînin” bilind kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.