Serokê Hikûmeta Katalonyayê yê berê Carles Puigdemont ku li Almanyayê hatibû desteserkirin, hat berdan.
Carles Puigdemont 25ê Adarê li Almanyayê piştî ku Îspanyayê biryara girtina wî derxistibû, hatibû desteserkirin.
Serokê Katalonyayê yê berê Puigdemont tevî daxwaz dozger ya girtinê û radestkirina bo Îspanyaê jî ji aliyê dadgehê eyaletê ve hat berdan.
Puigdemont piştî referandûma 1ê Cotmehê ku ji bo serxwebûna Katalonyayê pêk hat, neçar mabû ku ji Îspanyayê dekeve û berê xwe dabû Brûkselê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin