Holanda ji Serokwezîr Barzanî re peyama sersaxiyê şand

Holend hevxemiya xwe bo Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Holanda ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî, serxweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Dilovan Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û biraziyê Mesûd Barzanî, roja Duşemiyê 2ê Nîsanê li bajarê Hewlêrê bi celteya dil wefat kir.

Ji ber wefata Dilovan Barzanî, hikûmeta Holandayê bi rêya balyozê xwe yê li Iraqê bi peyamekê sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwast.

Balyozê Holanda yê li Bexdayê, Mattis Walter di vê peyama sersaxiyê de dibêje: “Birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ez bi navê hikûmeta Holanda dixwazin ji nîveka dilê xwe ve hevxemiya xwe bo wefata birayê we yê xwedêjêrazî, Dilovan Barzanî bînin ziman, tika dikim hevxemiya me qebûl bikin. Ez dizanim çi xemeke mezin e bo we û malbata we, di van demên zehmet de, hêviya bihêzî û xweragiriyê ji we re dixwazim”.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.