Sîstema xîlafetiya DIŞIê piştî ku li Sûriye û Iraqê têk çû cardin ragihandin ku sunda îtaatkirina Ebubekir el Bexdadî xwarine.
DIŞI bi rêya hesabên xwe yên li ser medyaya civakî ragihand ku "ji bo hêrskirin û tirsandina kafiran, me cardin sond xwar ku em îtaetê serokê bawermendan û xelifeyê muminan mucahit şêx Ebubekir el Bexdadî bikin."
DIŞI roja îro ji bilî Sûriye û Iraqê li Lîbyayê jî êrîşên çekdarî dike. Bexdadî di sla 2014an de li Iraqê xilafetiya xwe ragihandibû. Piştî Reqqa û Mûsil ji DIŞIê hat stendin Bexdadî jî rêça xwe da wendakirin.
Haşim el Haşimî di derbarê DIŞIê de ji gelek welatan re şêwirmendiyê dike. Li gorî Îdiaya Haşimî Ebubekir el Bexdadî di herêma sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de xwe vedişêre. Herwiha Haşimî destnîşan kir ku ev bîata DIŞIê piştî du salan yekem bîat e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin