Li Stenbolê 25 endamên HDPê hatin binçavkirin

zextên hikûmetê li ser HDPê her diçe zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku li bajarê Stenbolê di encama operasyonê de 25 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.

Li gor zanyariyên berdest, tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya bajêr bi ser avahiya HDPê ya Şaxa Avcilarê de girt û di nav avahiyê de lêgerînek berfireh kir. Tîmên ewlehî piştî serdegirtinê Hevserokên HDPê yên Avcilarê Şebnem Degerlî û Mahmut Çakan jî nav de 25 endamên HDPeyî binçav kirin.

Nehat zanîn bê çima endam û rêveberên HDPê hatin binçavkirin. Lêpirsîna endamên HDPê berdewam e.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.