Erdogan sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest.
Îşev Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û jiber wefata birayê vî xwedê jê razî Dilovan Barzanî, sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest.
Erdogan di peywendiya han de hevxemiya xwe bo Serokwezîr û malbeta rehmetî diyar kir û hêvî xwest ku perwerdegar rihê rehmetî bi cenetê şad bike û ev xema dawî ya wan be.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin