Rûhanî li Enqereyê dilê Erdogan êşand

Ruhanî li Enqereyê got lazime Efrîn radestî rejîma Sûriyeyê were kirin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, divê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê teslîmî rêjîma Sûriyê bê kirin.

Îro Serokkomarên Îran, Tirkiye û Rûsyayê (Rûhanî, Erdogan û Pûtîn) li paytexta Tirkiyê-Enqerê li hev civiyan. Piştî civînê her sê derketin pêşberî rojnamevanan û behsa naveroka civînê kirin.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku şer û operasyonên serbazî kirîza Sûriyê çareser nake, arîşeya Sûriyê tenê bi hilbijartinek demokratîk û ji aliyê gelê Sûriyê ve dikare bê çareserkirin.

Rûhanî li ser şer û aloziyên li Sûriyê û dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê her wiha hebûna hêzên biyanî li Sûriyê jî got, divê serwerî û yekparçebûna Sûriyê were parastin û hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin. Divê xelkê bê gunehê yên Xuta Rojhilat û Efrîn û Fua û Kifirya bên parastin û piştevanîkirin. Bi şertekî tifaq û armancên me yên hevbeş dikarin bicîh bên ku deverên han teslîmî rêjîma Sûriyê bên kirin û serweriya Sûriyê bê parastin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.