Serfermandarê Pêşmerge: li Gel Bexdayê ti rêkeftin nehatiye kirin

Serfermandarê hêzên pêşmerge dibêje li gel Bexdayê ti rêkeftin nehatiye kirin
کوردستان TV
100%

Piştî hat îdîakirin ku Hêzên Pêşmerge dê vegerin herêmên nakok, Sputnik Kurdistanê derbarê mijarê de bi Serfermandarê Pêşmerge Cemal Êmînkî re axift ku wî jî diyar kir ku "ti rêkeftin di navbera hêzên pêşmerge û Iraqê de çênebûye û hîn ti dsaxwazeke bi vî awayî jî ji wan nehatiye kirin."

Herwiha hinek îdîa hebûn ku Iraq û Kurdistanê li hev kiriye ku hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bi hev re wan herêmên nakok bi rê ve bibin.

Serfermandarê Pêşmerge Cemal Êmînkî derbarê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axift û diyar kir ku "ti rêkeftin li gel Iraqê nebûye. Ev mijar jî çawa ketiye rojevê. Hefteya borî fermandarên amerîkî û fermandarên leşkerî yên Amerîka û hevpeymaniyê li Iraqê li gel şandeyekê û herwiha şêwirmendê Serokwezîrê Brîtanyayê yê leşkerî li gel şandeyekê serdana Wezareta pêşmerge kiribû. Vê şandeyê behsa herêmên nakok kir bê gelo boçûna me li ser vê çi ye. Boçûna me ew bû ku ew herêm ji aliyê hêzên Pêşmerge û leşkerên Iraqê ve bi dabeşî werin girtin. Ji ber çûn û hatina DAIŞê li wan herêman gelek e. Ihtimal heye ku hêzên Iraqê nikaribe bi tenê wan herêman ji êrîşên DAIŞê biparêze."

Êmînkî diyar kir van şandeyan daxwaz kiriye ku navendên hevahengiyê yên hevpar werin damezirandin û wiha got: "Boçûna me ji bo wan ew bû; heta hêzên Pêşmerge venegerin wan deveran, ne piştgiriya hêzên Iraqê dikin ne jî navendên hevahengiyê vedikin. Bila biçin li gel Iraqê vê mijarê gotûbêj bikin. Ti civîneke me li gel Iraqê nebûye û ti rêkeftin jî çênebûye."

Li ser pirsyara bê gelo hêzên hevpeymaniyê dixwazin Hêzên Pêşmerge vegerin an na, Êmînkî dibêje ku şandeya hatibû tenê xwestiye fikira wan hîn bibe û wiha dibêje: "Wan tenê boçûna me pirsî lê wan ev daxwaz nekir. Dibe ku li ser heman tiştî li gel Iraqê jî biaxivin."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.