Amerîka û Brîtanya hewl didin hêza Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê wegerin, ji ber wê jî bi Wezîrê Pêşmerge re civiyan û hewl didin hikûmeta Iraqê jî bê ser rê da ku mekanîzma salên berî 2014ê li navçeyê bê cibicîkirin. Ev jî piştî ku gihîştin wê baweriyê ku bê hêza Pêşmerge, artêşa Iraqê nikare ewlehiya wan navçeyên biparêze.
Emîndarê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji ber ewlehî û aramiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Hevpeymaniya Navdewletî hewl dide careke din proseya berî sala 2014an li wan navçeyan cibicî bike. Wezîrê Pêşmerge jî derberê hevahengiya hevbeş de amadehiya xwe nîşan da, ku ew prose dest pê bibe, tenê maye ku Hevpeymaniya Navdewletî bi hikûmeta Iraqê re guftûgoyê bike.”
Wezareta Pêşmerge razîbûna xwe nîşan da ku piştî vegera Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanê re, kar bi mîkanîzma salên 2011 – 2014an were kirin, ku bi hevahengiya hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin