Koma Civakên Kurdistanê(KCK) ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê ji serokMesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Koma Civakên Kurdistanê(KCK) ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî ji serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re peyameke sersaxiyê şand û di wê peyamê de dilgiranî û hevxemiya xwe anî ziman.
KCKê di peyama xwe de wiha nivîsandiye; Rewanşad Dilovan Îdrîs Barzanî kesekî bi bandor bû di xebat û berxwedana gelê Kurd ya ji bo azadî û bidestxistina mafan. Herwisa karê wî yê sereke ew bû ku giringî dida dîrok, çand û nirxên siyasî yên Kurd.
Ew her tim di xema komkirina bermayiyên rûfatên enfalkiriyan, bîreweriyan, belgeyan û nirxên qurbaniyên komkujiyên li dijî gelê Kurd de bû. Ji ber ku dizanîbû bi komkirina bîreweriyan dikare nirxên gel di dîrokê û dilê hemû kesan de bi zindî bihêle. Bi taybet di aliyê civakî de rewanşad li Başûrê Kurdistanê xwediyê gelek xizmetên mezin bû.
Her ji ber wê em dubare dilgiranî û xema xwe radigihînin. Ji Xwedê dixwazin ku wî rewanşadî bixe ber dilovaniya xwe û em dubare sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî re dixwazin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin