Wezareta Derve ya Amerîkayê peyamek bo Serokwezîrê Kurdistanê şand

wezareta derve ya Amerîkayê dibêje em gelek xemgînin
کوردستان TV
100%

Amerîka bi boneya koça dawiyê ya Dilovan Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.

Wezareta Derve ya Amerîka li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” serxweşî li Nêçîrvan Barzanî û malbata wî kir û ragihand, hikûmeta Amerîka û tîmên wê yên li Bexdayê bi bihîştina nûçeya koça dawiyê ya Dilovan Barzanî xembar in.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman bi navê balyozxaneya Amerîka peyameke sersaxiyê bi navê xwe û balyozxaneyê arasteyî Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî kir.

Dilovan Barzanî 52 salî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî duhî Duşemê 2018/04/02 li Hewlêrî koça dawiyê kir û li devera Barzan bi xakê hat spartin.

Dilovan Barzanî jidayikbûna sala 1966an li navçeya Barzan e û ti posteke wê ya fermî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de nebû. Di boneyên civakî de nûnertiya Nêçîrvan Barzanî dikir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.