Bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan şandeke HDPê di dawiya hefteyê de serdana Herema Kurdistanê dike. Mijara sereke ya serdanê yekitiya netewî ya kurd e.
Bi serokatiya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk (HDP) Pervin Buldan şandeke HDPê di dawiya hefteyê de serdana Herema Kurdistanê dike. Di naveroka serdana HDPê de mijara yekitîya netewî heye.
Hat hînbun ku di nava şandeyê de parlamenterên HDPê Feleknas Uca, Osman Baydemir, Imam Taşçier û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û endama MYKyê Zeynep Boga jî heye. Li gorî agahîyan berdest şandeya HDPê dê roja înê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi partiyên sîyasî û rêxistinên heremê re hevdîtinan bike. Di nava hevdîtinên şandeyê yên li Hewlêrê de Serok Mesûd Barzanî, Serokwezirê Herema Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û endamên parlamantoyê jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin